Îro 56. roj li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê grêvên bê dorveger berdewam dikin û li Strasbourgê 41. roj e siyasetmedarên Kurd di çalakiya grêva birçîbûnê ya bê dorveger de ne.
Rewşa tenderûstiya çalakvanan ber bi xirabiyê ve diçe. Heya niha 3 çalakvan rakirine nexweşxaneyê. Lê belê tevî rewşa giran jî tedawiyê qebûl nakin. Li zindana Osmaniyeyê 13 girtiyê siyasî li ber sînorê mirinê ne. Her wiha bi giştî 1500 çalakvan niha di çalakiya birçîbûnê ya bê dorveger de ne. Bedenên bi sedan kesan dihelin û rayêdar bêdeng in, bêdengî mirinê tîne. Bila rayêdar bizanîbin, ku ev mirin ne mirinekê erzane.
Weke çalakvanekî gotiye: „Ji bo mirinê em najîn, ji bo jiyanê em dimirin“.
Ev mirin ne ya wan çalakvanan tenê ye, ev mirin ji bo azadiya gelê Kurd e, ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan e.
Ji bo wê jî pêwiste gelê Kurd zêdetir li wan çalakvanan xwedî derkeve û raya giştî ya Ewrupa hêşiyar bike ku ev çalakî ne ya wan çalakvana tenê ye, ya gelê Kurd e.
Îro roja xîretê ye!
Pêwiste herkes wê çalakiyê, weke xîreta xwe bibîne û xwedî li wê çalakiyê derkeve. Piştî 40 rojan tahlukeyên mezîn derdikevin û piştî 50 rojan tahlukêya mirinê destpêdike. Ev mirin ne mirinekê erzane. Ji bo wê jî, roja Pênçşemê li Strasbourgê li pêşiya Konseya Ewrupayê runiştandin heye. Ez bang dikim, bila herkes were Strasbourgê û xwedî li wan çalakvanan derkeve. Bila Ewrupa bizanîbe ku çalakvanên me ne bi tenê ne.
Ji bor Kurdên di nava AKP’ê de cîh digirin peyama min ev e:
Îro ji bo insanetiyê berpisiyaretiyê bigrin li ser milê xwe û gav bavêjin ji bo çareserkirinê, nebin koleyê siyaseta AKP’ê. Vîjdanê mirovan qebûl nake ku wan wêneyan bibîne, çawa ev çalakvan berxwe didin û hûn jî bêdeng in. Ew rewşenbîrên Kurd û hûnermendên ku îro ne di nav gelê xwe da ne, bila bizanîbin ku îro ne di nav gel da bin, sibê jî cîhê wan di nav gel da tûne ye.
Em berxwedana gelê xwe û çalakvanên xwe sîlav dikin..